Ferhad Şamî: Li dijî êrişeke muhtemel dê şerekî giştî were kirin

Ferhad Şamî Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê dibêje, hemû pêkhateyên QSD’ê wê li dijî êrişekê gengaz a dewleta Tirk şerekî giştî bikin.
Ferhad Şamî helwesta hikûmeta Şamê ya li dijî êrişan jî rexnekir û got:
“Dihê hikûmeta Şamê bibe xwedî helwesteke leşkerî ya çalak û wekE temaşevan nemîne.”

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişê herêmê dike û gefa dagirkeriyeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwe.

Têkildarî van gefên dagirkeriyê jî QSD’ê 7’ê Hezîranê civîneke awarte bi hemû pêkhateyên leşkerî re lidar xist.

Der barê civînê de, berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî ji ajansa Hawarê axivî:

Ferhad Şamî dibêje:

“Sedema lidarxistina vê civînê ew bû ku rewşa heyî were nirxandin û biryarên leşkerî der barê rewşê de werin dayîn.

Berpirsê QSD’ê eşkere kir ku di civînê de hemû pêkhateyên QSD’ê li hev kirin ku li dijî êrişekê gengaz a dagirkeriya Tirk şerekî giştî û demdirêj were kirin.

Ferhad Şamî: Divê hikûmeta Şamê bibe xwedî helwesteke leşkerî

Ferhad Şamî bal kişand li ser vê êrişa gengaz û koordîneya bi hikumeta Şamê re û ev got:

“Me beriya niha jî gotibû kî berê tivinga xwe bide dagirkeriya Tirk, bibe xwedî helwesteke leşkerî a aktîf, em amade ne pê re bikevin nava koordîneyekê.”

Ferhad Şamî diyar kir ku êrişa dewleta Tirk wê bihêle ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zindî bibe û hêzên garantor jî vê yekê dibînin û ev got:

“Helwesta wan tenê di çarçoveya daxuyaniyan de ye.

Divê gavên hişk ên meydanî û qanûnî li dijî Tirkiyê bavêjin.”

Ferhad Şamî eşkere kir wan di hefteya dawîn de bi gelek hêzên navdewletî re diyalog pêk anîne.

Û dawiyê jî ev peyam da:

Her çi qas heta dawî em bi kêmkirina aloziyê re ne jî, lê bersiva şer, wê her şer be.

Back to top button