Herêm rojane bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê re rûbirû ye.
Ji Til Temir bigire, Eyn Îsa û MInbic jî di nav de, heta bi Şehbayê rojane êriş hene.
Herî dawî gundên Şehbayê careke din hatin topbarankirin.
Doh êvarê artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Semoqa û Bendava Şehbayê topbaran kirin.
Topbarana dagirkeran heta derengiya şevê dewam kir.
Di encama vê topbaranê de jî ziyanên madî li deverên navborî bûn.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, doh sibê jî gundên Boxaz û Ceblêt El-Hemra ên Babê û Mizgefta gundê Cat ê Minbicê topbaran kiribûn.