Parlamena Netherlandê pêşniyara naskirina komkujiya Ermenan erê dike

Piştî Parlamena Netherladndê (Hollanda) pêşniyara hikumetê ya naskirina komkujiya Ermenan li ser destê Osmaniyan erê kir, Tirkiye pêşniyar şermezar kir û ew bi ya bê qîmet bi nav kir.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ev pêşniyar, hewldaneke bê qîmet a guhertina dîrokê ji bo berjewendîne siyasî û hilbijartinan e.

Parlamena Netherlandê Pêncşema borî, pêşniyara naskirina komkujiya Ermenan li ser destê Osmaniyan, di Şerê Cîhanî yê Yekem de, erê kiribû.

Sala 1915’an, Osmaniyan bêhtirî milyon û nîvek Ermen kuştin û ev komkujî ji aliyê 15 welatên mîna Fransa, Almanya û Belcîkayê ve hatiye naskirin.

Back to top button