Konferansa 5. a Akademiyên Civaka Demokratîk, bi biryar û nûkirina rêziknameyê bi dawî bû.
Konferansa 5. a Adademiyên Civaka Demokratîk bi diruşma “Bi felsefe û zanista azad ber bi avakirina neteweya demokratîk ve” duh li Amûdê pêk hat.
Konferans bi biryar û nûkirina rêziknameyê bi dawî bû, projeya xebata pêşerojê ya akademiyan a du salên bê jî, wiha ye;
Li herêmên Ereban, vekirina dewreyên perwerdeyê û waneyên leşkerî jî wê tê de hebin.
Waneya pêkhate û eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewreyan zêde bibe û girîngî ji bo zimanê dayîkê bê dayîn.
Divê komîteyeke çavdêriyê ya akademiyan, were avakirin û akademî li xeta rojhilata a Dêra Zorê werin vekirin.
Waneyên li ser çawaniya têkoşîna li hember gendeliya li saziyan werin dayîn.
Divê tevahî hevserokên saziyan di dewreyên perwerdeyê re derbas bibin.