Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî destnîşan kir, civînên Astanayê aloziya Sûrî girêktir kir.
Berprisa Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî Muna Xelef ji encamnamên ku “Astanayê êrîşa li ser Rêveberiya Xweser e”, şermezar kir.
Muna Xelef destnîşan kir ku Projeya Rêveberiya Xweser li ser rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin, ji ber vê naxwazin ev proje li herêmê bi ser keve.
Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî diyar kir ku van civînan ji bilî wêrankirin, talankirin û koçberkirinê tiştek ji gelê Sûriyê re neaniye û teqez kir ku çareserî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêkan e.