Saziyên civaka sivîl banga eşkerekirina rewşa revandiyên li cem dewleta Tirk kir

Li Şehbayê, Komîteya “Sûrî ji bo girtiyan û revandiyan” bi daxuyaniyekê banga civaka navneteweyî kir ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku hemû kesên girtî û revandî bên berdan.

Komîteya “Sûrî ji bo girtî û revandiyan” daxuyanî li Kampa Berxwedan a Şehbayê, bi amedebêna endamên rêxistinên civaka sivîl û rûspiyên êlên herêma Efrîn û Şehbayê da.

Komîteyê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk anîne, qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê kirine.

Hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi sûcên revandinê yên ku di gelek raporên rêxistinên Mirovî di nav de ku yek ji wan rapora Human Rights Watch hatine eşkerkirin de, lihevkirina Cinêvê binpê dike.

Komîte banga civaka navneteweyî kir ku zêxtê li dewleta Tirk bê kirin da ku rewşa tevahiya girtiyên li cem dewleta Tirk û çeteyên wê, bêne eşkerkirin û serbest werin berdan.

Back to top button