Ji bo şehîd Rêzan Cawîd (Yûsif Rebanî) ku endamê Meclisa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye konê Sersaxiyê li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat danîn.
Bi hezaran welatparêzên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê yên Kamyaran, Dêwilan, Sine û Merîwanê, tev li merasima sersaxiyê bûn.
Dayikên Aştiyê yên bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê jî berê xwe dan Mahabdê û tev li merasimê bûn.
Dayik, bi gihîştina ber deriyê malbata şehîd Rêzan Cawîd re, dest bi gotina stranên şoreşgeriyê kir û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.
Şehîd Rêzan Cawîd ( Yûsif Rebanî) di êrişa 6’ê Tebaxê ya dewleta Tirk a dagirker a li taxa Sînaa ya bajarê Qamişloyê de şehîd bûbû.
Ew bi armanca şopandin û naskirina şoreşa Rojava ji nêz ve û pêşxistina kar û xebatên neteweyî hatibû Rojavayê Kurdistanê.