Dr. Azad Dîwanî got, sûcê dewleta Tirk ê qutkirina ava Çemê Firat û Dicleyê sûcekî navneteweyî yê birêxistinkirî ye.
Lêkolîner Dr.Azadî Dîwanî yê taybet bi navenda lêkolînên aştiyê- “çareserkirina nakokiyên çekdarî-Londonê” destnîşan kir ku dewleta Tirk ava Çemê Firat û Dicleyê, ku çavkaniya jiyanî ji bo gelê Sûriyê û Iraqê re ne, didize.
Dîwanî diyar kir ku dewleta Tirk bi qutkririna ava çeman sûcekî jînosidî li dijî gelê herêmê dike û qanûnên navneteweyî binpê dike.
Lêkolîner Dîwan anî ziman ku Rêveberiya Xweser dikare têkiliyan bi hikumeta Iraqê re deyne, da ku odeyeke hevbeş ava bike û giliyan bi rêya hikumeta Iraqê rake.