Li Mêrdîn, Amed, Şirnex û Rihayê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdin, Şernex û Rihayê bi boneya komploya navneteweyî daxuyaniyek da û got: “Komplo bi tecrîdê re berdewam dike û li hemberî hêviyên gelan êrişek e.”

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdîn, Amed, Şrnex û Rihayê komploya Navnetewyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin:”Bi girtina Rêbe Ocalan re xwestin şerekî li sedsalan belav bibe derxin holê”.

Tecrîda li Îmralî êrişek e li dijî çareseriyê ye, divê her kes li dijî vê êrîşê têbikoşe.

Hew wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di salvegera 22’mîn ya komployê de tecrîta girankirî berdewam dike, em ê li hemberî van êrişan sekna xwe biparêzin.

AMED

Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo şermezar kirina komploya navneteweyî ya li hember Rêber Ocalan daxuyaniyek dan.

HDP’ê dema daxuyaniyê de pankarta “Em yekîtiyê sazbikin, Tecrîdê bişkînin, Azadiyê pêkbînin” hildan.

Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê yê Amedê axivî û diyar kir ku dewleta tirk dixwaze di şexsê Ocalan de civakê bifetisîne.

ŞIRNEX

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî bi daxuyaniyekê komploya Navnetewî şermezar kir.

Daxuyanî bi tevlîbûna Aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên HDP’ê li pêşiya avahiya rêxistinê a Şirnexê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêber Ocalan bersivek dîrokî da komplo û tecrîdê.

Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin îro li tevahiya welêt belav bûye û tê xwestin ku bêhn li civakê bê qutkirin.

RIHA

Di heman çarçoveyê de Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.

Tevî rêveberên HDP’ê yê bajêr û navçeyan, gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya Rêxstina HDP’ê ya Rihayê wiha ye:

22 sal di ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê re derbas bûn.

Ev plana berî her tiştî li dijî fikr û nêrînên Ocalan ên ji bo aştî, demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn hate pêkanîn.

Back to top button