Ciwanên Enternasyonalîst: Hêzên PDK’ê rê li me girt û nehişt em derbasî Rojava bibin

Komek ciwanên Enternasyonalîst ji bo piştgiriyê, duh xwestin derbasî Rojava bibin.
Lê belê hêzên PDK’ê rê neda wan û nehişt derbas bibin.
Enternasyonalîstan, banga bidawîkirina ambargoya li ser Rojava, rawestandina piştgiriya bi dewleta Tirk re kirin û diyar kirin ku wê piştgiriya wan bi şoreşa Rojava re dewam bike.

26 enternasyonlaîstên ji welatên Cuda yên weke Fransa, Rûsya, Katalonya, Îtalya, Brîtanya, Almanya û Australya, berê xwe dan Rojava û xwestin derbasî herêmê bibin.

Lê dema enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de, gihan Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ê di navbera Başûr û Rojava de, hêzên PDK’ê pêşiya wan girt û rê neda ku derbas bibin.

Li ser vê yekê enternasyonalîstan daxuyaniyek da.

Enternasyonlîstan piştgiriya xwe ya ji bo Rojvava anîn ziman û gotin:

“Em komek çalakvanên navneteweyî ku ji gelek welatên cîhanê pêk tên piştevaniya xwe ya ji bo şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhialtê Sûriyê, nîşan didin.

Ji bo ku em derbasî Rojava bibin, destpêkê me berê xwe da Başûrê Kurdistanê.

Lê dema em gihaştin deriyê sînor, PDK’ê ku bi hevkariya Tirkiye ambargo daniye ser Rêveberiya Xweser, rê li me girt û nehişt ku em derbsî Rojava bibin.”

Ciwanên Enternasyonalîst: NATO û dewletên din bi bêdengiya xwe şirîkên sûcên dewleta Tirk in

Ciwanên Enternasyonalîst bêdengiya NATO ya li hember sûcên dewleta Tirk şermezar û ev tişt anîn ziman:

“Em vê ambargo û zexta PDK’ê û dewleta Tirk ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û şerê ne hiqûqî yê dewleta Tirk ê li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd şermezar dikin.

NATO û dewletên din li ber sûcên şer ên Tirkiye bêdeng in û şirîk in.

Divê firotina çekên kîmyewî, balafirên şer, qedexekirina li ser PKK’ê û piştevaniya Tirkiye bi dawî bikin.

Divê deriyê sînor vebe û ambargo bi dawî bibe.

Divê rêgirî li çalakvanên şoreşger ên ji seranserî cîhanê berê xwe didin Rojava, nekin.”

Ciwanên Enternasyonalîst: Piştgiriya me ya bi Rojava re wê bidome

Enternasyonalîstan banga piştgiriya Rojava kirin û wiha bi dawî kirin:

“Wê meha pêşiya me koma duyemîn a çalakvanên navneteweyî bê Kurdistanê û piştgiriya Şoreşa Rojava bikin.

Rê nehate dayîn ku em sînor derbas bikin, lê hewldan û tevgera me ya ji bo jiyaneke azad, bi dawî nabin.

Wê piştgiriya me ji bo Rojava bidome.”

Hêzên PDK’ê nehişt enternasyonalîst derbasî Rojava bibin

Back to top button