Berpirsê Têkiliyên Dîplomatîk ê Desteya Tenduristiyê Silêman Ehmed dibêje ew ji tenduristiya Rêber Apo bi fikar in.
Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma jî bang li saziyên mafên mirovan kir ku zextê li Tirkiyê bikin da ku bijîşkî derbasî girava Îmralî bibin.
Tevî ku 23 sal in girtî ye, li ser Rêber Apo tecrîdeke giran jî hatiye sepandin.
Bi vê tecrîdê re, tenduristiya wî bandor dibe û li gorî tê xwestin lênerîna tibî jî pê nayê.
Der barê mijarê de Berpirsê Têkiliyên Dîplomatîk ên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Silêman Ehmed axivî.
Silêman Ehmed balkişand ser bandora neyînî ya mayîna Rêber Apo li grava Îmraliyê, taybet di aliyê tenduristî de.
Silêman bang li Xaça Sor a navneteweyî kir ku erka xwe ya şopandina rewşa girtiyan pêk bîne.
Evîn Cûma: Divê komîteyên bijîşkî derbasî Îmraliyê bibin
Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma jî li ser heman mijarê nirxandin kir.
Evîn Cûma anî ziman Tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina peymana mirovî ya navneteweyî û rêgezên mafên girtiyan e û ev got:
” Li gorî madeya 37’an a Pyemana Mafên Mirovan a Cîhanê, divê di bin çavdêriya pêwîst de destûr ji girtî re bê dayîn ku peywendiyê bi malbatê û dostên xwe re deyne.”
Dawiyê Evîn Cûma bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku komîteyên bijîşkî derbasî girava Îmraliyê bibin.


