Balafirên Israîlê li Xezzayê hin deverên Hemasê bombebaran kirin

Balafirên artêşa Israîlê vê sibehê li Xezzayê gelek deverên Hemasê bombebaran kirin.

Balafirên artêşa Israîlî li bakurê Xezzayê baregeheke Tevgera Hemasê, li rojhilatê bajêr jî nuqteyeke din bombebaran kirin.

Balafiran her wiha li rojhilatê Refeh û Xan Yûnisê deverine vala dan ber bombeyan.

Artêşa Israîlî bi daxuyaniyekê diyar kir ku çend mûşek ji Xezzayê ber bi Israîlê ve hatin berdan wan jî gelek deverên Hemasê bombebaran kirin.

Eniya Gelêrî ya Rizgarkirina Filistînê jî berdana van mûşekan girte ser xwe.

Di heman demê de, artêşa Israîlî bi ser ciwanên kombûyî de girt û bi dehan binçav kirin.

Back to top button