Joe Biden ji Erdogan re: Em ê komkujiya Ermenan nasbikin

Joe Biden Erdogan agahdar kir ku ew ê îtîrafê bi komkujiya Ermenan a ku Osmaniyan pêk anîbû, bike.

Li gor ajansa Bloomberg Joe Biden ragihandiyê ku ewê îro di bîranîna 106. komkujiya Ermenan de, di daxuyaniya xwe de têgeha Qirkirina Komî bi kar bîne.

Bi vê awayî Biden dibe Serok Amerîkayê yekemîn ku komkujiya sala 1915’an a ku hejmarek mezin Ermen tê de bûn qurban bi “Qirkirina Komî” pênase bike.

Hêjayî bi bîrxistinê Joe Biden di pêngava xwe ya hilbijartinan de soz dabû ku ew Qirkirina Ermeniyan nas bike û gotibû dozên mafên mirovan dê xebata sereke di siyaseta rêveberiyê de bin.

Back to top button