Şaxewan Xaild: Divê rê li ber sûcên dewleta Tirk bê gitin

Li başûrê Kurdistanê hêrsa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê her diçe zêde dibe.
Rêveberê Polîtburoya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê Şaxewan Xalid bang li NY’ê kir ku li rê li pêşiya sûcên Tirkiyê bigire.
Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Zikrî Zêbarî jî got, “Di nava 7 salên dawî de 150 sivîl bi êrişên Tirkiyê şehîd bûne.”

Li başûrê Kurdistanê bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê her diçe zêde dibe.

Dewleta Tirk ya dagirker ku li dijî berxwedana gerîla têk diçe rojane çekên kîmyewî bikartîne.

Rêveberê Polîtburoya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê Şaxewan Xalid derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan de bertek nîşan da.

Şaxewan Xalîd diyar kir dewleta Tirk ji bo tinekirina gelê Kurd bi her awayî û her cure çekên qedexekirî bi kar tîne û wiha got,

“Bi taybet li dijî gerîlayên Kurdistanê çekên kîmeywî bi kar tîne.

Dewleta Tirk bi bikaranîna van çekan hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.”

Şaxewan Xalid bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku sînorekî ji sûcên dewleta Tirk re deynin.

Zikrî Zebarî: Di nava 7 salan de 150 sivîl di êrişên Tirkiyê de şehîd bûne

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Zikrî Zêbarî jî bi nerazîbûn li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşan da.

Zikrî Zêbarî ragihand ku ji sala 2015’an ve di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk de 150 welatiyên sivîl şehîd bûne û 134 jî birîndar bûne.

Her wiha Zêbarî eşkere kir ku bi dehan gund hatine valakirin û hezaran donum zeviyên çandiniyê jî hatine şewitandin û wiha got;

“Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê sînorek ji bo êrişên Tirkiyê dayne û êdî xelkê sivîl di nava bax, baxçeyên xwe de şehîd nebin. Divê Hikumeta Herêmê tezmînata hemû şehîdan û xelkê gundê xwe berdane, bide.”

Back to top button