Li bajarê Lîmasol û navçeya Ranya îmze hatin komkirin

Li welat û derveyê welat xebatên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê didome.

Li Qibrisê Malbata Akşahîn ku tevî kampanyayê bûye bang li her kesî kur du bi rihê seferberiya tevî vê xebatê bibin.

Malbata Akşahîn ku 20 sal in li bajarê Lîmasol Qibrisê dijîn, bi awayek çalak tev li xebatên kampanyayê dibin.

Berpirsyarê standa îmzeyan a li bajarê Lîmasol ê Qibrisê malbata Akşahîn e.

Biçûkê malê Şerzan, heta niha hi tena serê xwe 2 hezar îmze berhev kirine û dibêje min piraniya îmzeyan li mamoste û hevalên xwe komkiriye.

Şerzan der barê berhev kirina îmzeyan de dibêje, ew van îmzeyan ji bo pêşeroja xwe berhev dike. Şerzanê biçûk bang li her kesê kir ku bi rihê seferberiyê tev li kampanyayê bibin

Di pêşengtiya Komeleya Ciwanên Welatparêz de, li navçeya Ranya ya ser bi îdareya Raperîn jî bi heman armancê îmze hatin komkirin.

Ciwanan di nav sûka navçê îmze berhevkirin, welatiyên Ranya bi germî pêşwazî li kampanyayê kirin û îmze dan.

Wê li herêma Raperîn komkirina îmzeyan berdewam bike.

Back to top button