“Divê dewleta Tirk li Sûrî derkeve”

Ji ber polîtîkayên talan, dizî û gendeliyê şêniyên ku dewleta Tirk li Efrînê bi cih kirine, li dijî dewleta Tirk rabûn.

Şêniyan saziyên dewleta tirk li Efrînê avakirine şewitandin û bang li Tikiyê kirin ku ji Sûrî derkevin. Xwepêşanana ku li Efrînê destpêkir li Bab, Ezaz, Cindirês û Exterînê belav bû.

Ev, dîmenê Efrîna bi ewle ya Erdogan e.

Gotinek heye dibêjin bûmerang dizvire xwediyên xwe jî dixe.

Ji ber polîtîkayên talan, dizî û gendeliyê şêniyên ku dewleta Tirk li Efrînê bi cih kirine, li dijî dewleta Tirk rabûn

Lê ger mirov bêjin sedema xwepêşandanan tenê pirsgirikên jiyanî be wê nerast be, ji xwe dîmen vê rastiyê dibin, pirsgirikêk siyasî ye.

Li gor çavkaniyên xwecihî û videoyên ku hatine belavkirin, li bajarê Efrînêna dagirkirî xwepêşandan li dijî saziyên Tirkiyê hatin kirin.

Dewleta dagirker bi polîtîkayên xwe yên dizî talanê ve kesên girêdayên xwe jî bêzar kirine. pêwîstiyên wan ê jiyanê weke kehrebê jî pêşwazî nakin.

Ji ber wê jî xwepêşandêra saziya kehrebê ya dewleta dagirker ku li Efrînê çêkiriye şewitandin.

Pişt re jî xwepêşanderan berê xwe dane Avahiya Meclisa Herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirk li Efrînê û sûretê Erdogan ê di saziyê de şikandin.

Xwepêşandanên şêniyan bi Efrînê re sînordar nema.

Şêniyên li Bab, Mare, Exterin jî bi slogan Tirkiye li welatê me derkevin daketin qadan.

Lê cavkaniyên herêmê ragihandin ku piştî xwepêşandanan hêzên girêdayî dewleta Tirk bi çek êrişê şêniyan kirin kuştî û birîndar çêbûn.

Back to top button