Spîbûna herî mezin a singerê deryayî hat dîtin

Tîmeke lêkolînê li peravên Zelanda Nû bi milyonan singerê deryayê yê spîbûyî tespît kirin.
Tê texmînkirin ku ev guhertin ji ber germahiya avê ya bilind a ne-asayî pêk hatiye.

Spîbûna herî mezin a singerê deryayê li peravên Zelanda Nû hate tespîtkirin.

Ji ber germa zêde ya avê, bi milyonan zindiyên avê spî bûn.

Biyologê deryayê yê ji Zanîngeha Wellîngton Vîctorîa James Bell qala spîbûna herî mezin a singerê deryayê kir.

Tîma Bell destpêkê singerê spî yê îzolebûyî dît.

Tîma lêkolînê li gelek nuqteyên herêma Fîordlandê, singerên ku li şûna bi rengê qehweyî bin, bi rengê spî dîtin.

Piştre tîmên ji keştiyên ji vê herêmê hatin, qala singerên deryayê yên spîbûyî kirin.

Singerên deryayê bi organîzmayan ve girêdayî ye ku di nava wan de fotosentez tê kirin.

Ev yek ji bo singeran xwarinê diafirînin û dijmin jî diqewirîne.

Dermanê şuştina kincan jî van organîzmayan dûr dixîne.

Parastina singeran lawaz dike û zorê dide wan ku xwe xwedî bikin.

Lê belê wan bi temamî nakuje.

Li deryaya derdora Zelanda Nû derdora 800 singerên ji cûreyên cuda hene.

Li gorî raporê, di demeke nêz de ava Zelanda Nû di asta rekorê de germ bû.

Li gorî vê pîvandinê av ji sala 1981’ê û vir ve di vê astê de germ nebûbû.

Pêla hewa germ 213 rojan dewam kir.

Bi globalî jî germahiya li okyanûsan zêde dibe.

Ev yek bi giranî ji ber belavkirina karbondîoksîtê ya bidestê mirovan dibe.

Ji aliyê global ve sala 2021’ê ji dema pîvandinê û vir ve bû sala herî germ a li okyanûsan.

Li gorî lêkolîneran ev pêla germê dibe ku zêde bibe û hîn dirêj dewam bike.

Back to top button