Çarçoveya Hemahengî piraniya kursiyên adir bidest dixe

Çarçoveya Hemahengî piraniya kursiyên Tevgera Sedir ên li parlamentoya Iraqê bidest dixe û bi vê re dibe koma herî mezin ya li parlamentoyê.
Bivî awayî Çarçoveya Hemahengî dikare hikumetê ava bike.

Duh parlamentoya Iraqê civiya.

202 parlamenter tevlî civînê bûn.

Li cihê parlamenterên Tevgera Sedir, 64 parlamenterên din beşdar bûn.

Bi vê yekê re jimara parlamenterên beşdarî civînê bûyîn derket 266’an.

Herwiha 64 parlamenterên li şûna parlamenterên Tevgera Sedir hatin diyarkirin sond xwarin.

9 parlamenterên din ên hatin diyarkirin, ji ber ne amadebûn, sond nexwarin.

Çarçoveya Hemahengî li şûna Tevgera Sedir 40 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.

Bi vê re hejmara parlamenterên Çarçoveya Hemahengî dibe 130.

Bi vî awayî Çarçoveya Hemahengî li parlamentoya Iraqê dibe koma herî mezin.

Bi vê hejmarê Çarçoveya Hemahengî dikare serokwezîr diyar bike û hikumetê bi aliyek din re ava bike.

Derbarê mijarê de şîrovekarê siyasî Hemze Hedad got, dibe, vekişîna Sedir wê ne aramiyê li pey xwe bîne.

Hedad da zanîn ku bi taybet eger Sedir di çarçoveya pileyên desthilat de, erkan nede wê ne aramî çêbibe.

Li ser fermana Serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir parlementerên tevgerê nameya îstifayê pêşkêşî serokê parlementoya Iraqê kiribûn.

Ji bo hikumeta li welat pêk were di vê di koalîsyona were avakirin ji 165 parlamenteran zêdetir dengê xwe hene.

Bi destxistina jimara piranî re, hikumeta welat dikare serokwezîr destnîşan bike.

Back to top button