Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kuştina rûspiyê eşîra Benî Seba ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve şermezar kir.
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku çeteyên Dîfaa El wetenî bi armanckirina rûsipiyan dixwaze aramî û jiyana hevbeş têk bibe.
Desteya Rûspiyan diyar kir ku ev çete nûnertiya eşîrên Ereb û nirxê wan nakin û got:
Ev kes nûnertiya me nakin, ev komên ji derveyî qanûnê ne û girêdayê ajandeyan e.
“Ev komikên çete ji bo têkbirina ewlehiya heremê tên bikaranîn û bazirganên hişbiran e û diz in”
Desteya Rûspiyan bang li tevahî eşîrên Ereb ên resen kir ku li hember van hewildanên fitneyê komên çete hişyar bin.