Li bajarê Babê yê dagirkirî, mayînek bi erebeyeke artêşa Tirk a dagirker ve teqiya, birîndar çêbûn.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê rojhilatê Helebê teqînek li nêzî kampa çeteyên “Ehrar El-Şerqiyê” a li ser rêya Raî pêk hat.
Li gorî heman çavkaniyê, erebeya artêşa dagirker hat rûxandin û jimareke endamên alîgirên artêşa Tirk tê de jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî diyar kir ku piştî teqîna erebeyê, li cihê buyerê dengên guleyan hat bihîstin.