Endamê PYD’ê û rûspiyê eşîra Igêdat li dijî êrişên li ser herêmê bertek nîşan dan.
Di axaftinan de diyar kirin ku hevgirtina pêkhateyên herêmê dê hemû planên dewleta Tirk têk bibin û got:
“Rêveberiya Xweser û QSD’ê encama hevgirtina Pêkhateya ne .”
Li gel gef û êrişên dewleta Tirk hin alî hewl didin bi rêbazên cûda projeya biryatiya gelan têk bibin.
Ji wan rêbazan; derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de ye.
Enes El Merfoi: Bi hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin
Li ser vê mijarê, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enes Qasim El Merfoi axivî..
Enes Qasim diyar kir ku hevgirtina Kurd û Ereban ne nû ye ye û got:
“Têkiliya xurt û kûr a dîrok di navbera kurd û ereban de heye.
Salên borî hikûmeta Sûriyê bi hişmendiya yeknetewî ve xwest vê axê biparêze lê, nikaribû gel û vê axê biparêze.
Gelê herêmê teqez kir ku wê yekîtiya gelan vê axê biparêze.
Ji bilî Kurd, Ereb û Suryanên herêmê tu kes nikare vê xakê biparêze.”
El Merfoi îşaret bi rola QSD ya xurtkirina têkilî û hevgirtina di nava pêkhateyan de kir û wiha got:
“QSD’ê tabloyeke mozaîk ava kir.
QSD’ê bi lehengî şer kir.
Herêmê parastin û di şerê li hemberî terorê bi dehan ciwan fedekarî kirin.”
El Merfoi dawiyê tekez kir ku hevgirtina pêkhateyan mertala xurt a li hember planên dewleta Tirk e.
Ferhan Ehmed: Hevgirtin riya xilasiya ji dagirekriyê ye
Rûspiyê şaxê El Bû Camil ê eşîra Igêdat, Ferhan Ehmed El Ferhan jî bi heman armancê axivî.
Ferhan Ehmed da zanîn ku niha pêwîstî bi hevgirtina pêkhateyan heye û got:
“Hevgirtina Kurd û Ereban têrê dike ku li hember projeya mêtînger a dewleta Tirk bisekine.
Rêveberiya Xweser û QSD’ê encama hevgirtina pêkhateyan e”.