HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN – MINBIC ŞANEYEK VEŞARTÎ YA DAIŞ’Ê GIRT

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê bi çalakiyeke bi bandor şaneyek razayî ya çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin.

Di demên dawî de li bajarê Minbicê çalakiyên terorîstan û teqînên ku navendên sivîl û ewlehî dikin hedef, zêde bûn.

Her dawî Hêzên Ewlekariyê bi çalakiyeke bi bandor şaneyek razayî ya DAIŞ’ê girtin.

Şane 2 jin di nav de ji 6 kesan pêk tê.

Li gorî lêkolînên Buroya Lêpirsînê ya navenda ewlehiyê, ev şane bi dehan teqemenî pêk anîne.

Hêzên Taybet, li cihê ku şaneyê ji bo pêkanîna planên xwe diyar kiribû rêjeyek çek, teqemenî dîtin.

Leave a Reply

Back to top button