Rojnamevanê Ajansa Mezopotamya Sedat Yilmaz ji girtîgehê derket

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê-MA Sedat Yilmaz ku di çarçoveya lêpirsînekê de di 29’ê Nîsanê de li Amedê hatibû binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, serbest hat berdan

Piştî ku rojnamevan Sedat Yilmaz ji girtîgehê serbest hat berdan ji aliyê malbata xwe û gelek rojnamegeran ve bi tilîlî û çepikan li ber girtîgeha Amedê hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê-DFG’ê Serdar Altan ku destpêkê di daxuyaniyê de axivî û wiha got:

“Em hêvî dikin ku em ê hevalên xwe yên din jî wergirin.

Sedat li dadgehê parastina xwe kir.

Dixwestin pîşeya wî bê darizandin, lê hem wî hem jî parêzerên wî bersiva vê yekê dan. Îdianame pûç bû.”

Paşê Yilmaz jî diyar kir ku ruhê wî, hişê wî, mejiyê wî li gel mirovên li pişt van dîwaran mane ye û wiha anî ziman:

“Bi hezaran kes di girtîgehan de ji bo jiyanê têdikoşin.

Tu wateya azadiyên takekesî tune ye.”

Back to top button