Meclisa Kantona Şehbayê: Rêya çareserî diyaloga Sûrî Sûrî ye

Ev demek e Hikûmeta Şamê li herêmên Helebê dest bi lihevkirinên bi navê çareseriyê kirine. Meclisa Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê bang li gelê Heleb û Şehbayê kir ku li peyî lîstokên Hikûmeta Şamê nekevin ,

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Şehbayê li Şehbayê kom bûn û li dijî lihevkirinên Hikûmeta Şamê yên di bin navê çareseriyê de ku li gundewarên Helebê daye destpêkirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dema Hikûmeta Şamê gelê Sûriyê bi DAIŞ’ê û komên çete re rû bi rû hişt, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sêyemîn ya projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan hilbijart û hêza xwe ya parastinê ava kir.

Meclisê destnîşan kir ku niha jî Hikûmeta Şamê bi rêya van lihevkirina dixwaze fitne û tevliheviyê di nava gelê Sûriyê de belav bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Heleb û Şehbayê hate kirin ku bi van lîstokan neyîn xapandin.

Her wiha hate gotin ku rêya çareseriya aloziya Sûrî danûstandinên bi gelên Sûriyê û Rêveberiya Xweser re ye.

Back to top button