Çalakiya Konvedanê ya şêniyên Şengalê di roja 22’an de ye

Çalakiya Konvedanê ya şêniyên Şengalê ya li dijî peymana dagirkirina Şengalê, dewam dikin.

Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 22’ê de û ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Di çalakiyê de, endama Meclîsa Jinan a Borik Maya Şengal piştrast kir ku ewê weke jin, zarok û kal,wê heya dawî li ber xwe bidin, ji ber ku hêza asayişa wan, ji bo civaka Êzidî mijarek hebûn û nebûnê ye.

Her wiha çalakvanan jî, diyar kir ku heta daxwaziyên wan pêk neyên wê çalakî bi dawî nebin.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Back to top button