Amerîka tedbîrên pêşwext li dora balyozxaneya xwe zêde dike

Amerîka tedbîrên pêşwext derdora balyozxaneya xwe ya li Bexdayê zêde dike.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Parastina Amerîka ragihand kuWashington tedbîrên ewlekariyê yên ji bo parastina balyozxaneya xwe li Bexdayê tundtir dike û beşek ji karmendên xwe bişîne Hewlêrê.

Ev amadekariyên pêşwext, bi nêzikbûna salvegera kuştina Qasim Silêmanî ji ber metirsiya ku komên Îranê tolê bistînin, pêk anîn.

Berî çend rojan jî Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê bi çend mûşekên katyûşayê hat armanckirin.

Back to top button