Esmehan Ehmed: Armanca dewleta Tirk tunekirina nasname û dîroka Efrîniyên resen e

Hevseroka Desteya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi guhertina keleha Nebî Hûrî dixwaze ku nasmane û dîroka şêniyên Efrînê yên resen, tune bike.

Esmehan Ehmed, weke sedema berdewam kirina van sûcan, bêdengiya civaka navneteweyî nîşan da, lewma bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji van kiriyaran deyne.

Her wiha banga şandina şandeyekê kir da ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê belge bikin.

Hevseroka Desteya Şûnwaran a herêma Efrînê Esmehan Ehmed di dawiyê de,
bi bîr xist ku wan di vê salê de,wêrankirina derdora 26 cihên dîrokî li Efrînê ku ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve pêk hatine, belge kirine.

Back to top button