Komîsyona Jinan a KNK’ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê Îro li Silêmaniyê li ser rewşa jinên Kurd şêwrekê li dar bixin.
Komîsyona Jinan a KNK’ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyê Şêwra “Qirkirina jinan bi dawî bikin” li dar bixe ..
Di Şêwrê de wê 2 panel bêne lidarxistin..
Her wiha wê 5 mijar bêne nîqaşkirin.
Di panela destpêkê de mijarên “Tundiya li jinan, girtina jinan a ji ber desthilatdariya siyasî, bandora qanûn û çandê li jinan” bêne nirxandin.
Panela duyemîn jî wê “Rewşa jinan a di bin desthilatdariya dagirker de û rewşa jinên Êzidî” bê nirxandin ..
Hat diyar kirin ku ji her çar aliyên Kurdistanê aktîvîst û parlamenterên jin tevlî şêwrê bibin.