Konsolosxaneya Emerîka ya Başûrê Kurdistanê: Divê ‘kuştinên li ser şerefê’ werin lêpirsînkirin

Konsolosxaneya Emerîka ya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku divê ‘kuştinên li ser şerefê’ werin lêpirsînkirin.

Konsolosxaneya Emerîka ya li Başûrê Kurdistanê têkildarî bûyerên kuştina jinan ên li Herêma Başûrê Kurdistanê li ser hesabên xwe yên tora civakî daxuyanî da.

Konsolosxaneyê diyar kir ku divê li ser “kuştinên li ser şerefê’ yên weke Îmam (Mariya) Samî Mexdît, Meryem Yaqub û Aydî Mihemed ên hatin kuştin lêpirsîn werin kirin.

Her wiha bersiv hiqûqî were dayîn.

Konsolosxaneyê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo bi destxistina dadperiyê, dawîlêanîna şîdet û parastina hemû welatiyan gavên watedar bavêje û bişopîne.

Her wiha konsolosxaneyê ragihand ku ji bo alîkarîdayînê amade ne.

Back to top button