Di teqîna mayînekê li herêma Beqube de fermandarek Iraqê hat kuştin

Li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê mayînek bi hêzên Iraqê ve teqiya û fermandarek mir.

Li baxçeyek gundê Şêx ya ku 30 kêlometre dikeve bakurê rojhilatê herêma Beqube ya girêdayî parêzgeha Diyalayê mayînek bi hêzên Iraqê ve teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê fermandarek Iraqê hat kuştin û 6 leşkerên jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê hêzên Iraqê li herêmê dest bi lêgerînê kirine.

Li gorî medya Iraqê gelek mayînên din ên li ser heman rêyê hatine teqandin.

Back to top button