Li dijî kuştina zaroka 13 salî ya li Hesekê betek û nerazîbûn dewam dikin. Jinên bi daxuyaniyê cuda xwestin kujerên Eyde El-Seîdo bên cezakirin û teqez kir ku ew ê li hemberî destdirêjî û zilma li ser jinan bêdeng nemînin.
Bertekên li dijî kuştina zaroka 13 salî ya li Hesekê zêde dibin.
Bi dehan jinên bajarê Hesekê daketin qadan û kuştina zaroka 13 salî şermezar kir.
Kongra Star a Helebê banga hesabxwestina kujeran kir
Di heman çarçoveyê de, Kongra Star li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya bi dehan jinan, daxuyaniyek girseyî da.
Divê hemû rêxistinên jinan bibin yek û sînorekê ji binpêkirinên dijî jinan re daynin
Li navçeya Tirbespiyê jî, Kongra Star bi tevlêbûna bi dehan jinan da xuyaniyek hat dayîn û bang li jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû rêxistinên jinan hat kirin ku sînorekî ji binpêkirinên li dijî jinan re deynin.
Tevgera jin û Edaleta jin li Kobanê daxuyaniyên girseyî dan
Tevgera jinan li Kobanê daxuyaniyek girseyî da û tê de sûcê li dijî zaroka Hesekê Şermezar kir.
Jinan banga cezakirina sûcdaran kir.
Bi heman armancê Edaleta Jin a Kobanê jî bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kir û daxaza darezandina kujeran kir.
Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê kuştina zaroka 13 salî şermezar kir
Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi daxuyaniyekê kuştina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo şermezar kir.
Yekitiyê li yarîgeha Sudasî ya li navarasta bajarê Minbicê bi amadebûna endamên saziyên jinan, daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan hat şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî û mafên zarokan hatine kirin ku li hemberî van sucan bisekinin.
Jinên li Tebqayê banga cezakirina kujeran kir
Jinên li Tebqayê jî bi armanca şermezar kirina kuştina zaroka 13 salî daxiyaniyek da.