340 hezar dolar ji bo şaredariyên navçe û gundên Qamişlo hatine veqetandin

Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo projeyên ku wê ji bo sala 2021’an pêk bînin eşkere kir û 340 hezar dolar wek budce ji bo şaredariyên gel ên navçe û gundên Qamişlo veqetand.

Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo îro bi civîneke çapemeniyê eşkere kir ku wan 20 hezar dolar ji bo Şaredariya Gel a Bajarokê Girbawî,

20 hezar dolar ji bo Şaredariya Gel a Bajarokê Tenûrî, 20 hezar dolar ji Gerînendetiya Avê û 280 hezar dolar ji Şaredariya Qamişlo re veqetandine.

Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo ragihand projeyên ku dê şaredariyên Qamişlo û gundên wê pêk bînin, ronîkirina gelek parkan, sererastkirina toreya giştî ya avê, dagirtina rê û kolanan bi kevirên şikandî, bicihkirina rogaran û sererastkirin û zifitkirina hin rêyan e.

Back to top button