WEZÎRA KARÊ DERVE YA SWÊDÊ TÊKILDARÎ ’ROJAVA، HIŞYARÎ DA TIRKIYÊ

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde der barê gefên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê sûrî, Tirkiye hişyar kir û got:”Êrîş şer kûrtir dike, ji ber ku rewşa Kurdan bandorê li tevahî herêmê dike.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde ragihand ku Hikûmeta Swêdê gefên dewleta Tirk cidî digirin.

Ann Lînde hişyarî da Tirkiyeyê ku divê rêzê ji mafên Navdewletî re bigire.

Lînde bal kişand ku êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakurê Sûriyeyê wê şer kûrtir bike û got:

“Tirkiyê bi gefên xwe mercên çareseriya siyasî zehmetir dibin.

Divê Tirkiye û hemû alî li gorî qanûnên navdewletî tevbigerin.”

GEFÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Leave a Reply

Back to top button