Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyniyekê diyar kir ku da ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker 89 hezar û 418 xwendekar ji xwendinê bêpar mane.
Daxuyanî li pêşiya avahiya desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li bajarê Reqayê hat xwendni.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec Elî daxuyanî xwend û wiha got:
Ev êrişên hovane li dijî hemû pîvanên mirovî û yasayên navnetewî ne.
Êrişan bandoreke mezin li ser perwerdeya xwendekarên herêmên ku nîzî sînor kirye.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker çapxaneya Sîmav ku pirtûkên dibistanan çap dike bombebaran kir.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên di navbera 23-25’ê Kanûnê (2023) de 89 hezar û 418 xwendekar ji mafê xwe yê xwendinê bê par mane.
Li kantonên Cizîr, Firat û Efrîn û Şehbayê 712 dibistanan rawestiyane.
Ev jî weke sûcên şer tê hesbandin.