Şehîd Ayaz Umer li Dirbêsiyê hate oxirkirin

Cenazeyê endamê hêzên Ewlekariya Hundirîn Ayaz Umer, li navçeya Dirbêsiyê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ayaz Umer ku li ser wezîfeya xwe ya leşkerî şehîd bibû li Dirbêsiyê hate oxirkirin.

Bi sedan kes cenazeyê şehîd Ayaz Umer ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê, wergirt û bi karwanekî wesaîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî bi rê ket.

Li gorîstanê merasîma leşkerî pêk hat û paşê li ser navê hêzên Ewlekariya Hundirîn û malbata şehîdan axaftin hatin kirin.

Axaftvanan di peyamên xwe de diyarkirin ku ji bo xwe bigihînin azadiyê û Sûriyeke demokratîk ew ê li ser şopa şehîdan têbikoşin.

Piştî axaftinan endamê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd kirin.

Dûrê girseya qelabalix cenazeyê şehîd Ayaz Umer bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” oxir kir.

Leave a Reply

Back to top button