Çeteyan welatiyek din li Efrînê revadin

Çeteyên Tirkiyê welatiyek revandin û bi armanca guhertina demografiyê dest bi avakirina mêtingeheke nû kirin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên navên Polîsên Sivîl li xwe kirine welatiyek li Efrînê revandin.

Navê kesê ku hatiye revandin jî Subhî El Hisên ji xelkê Til Deman yê ser bi Helebê ve ye, lê ev demeke dirêj e li Efrîn dimîne.

Çeteyan bi hêceta ku El Hisên têkiliyê bi Hikûmeta Şamê re dike ew revandine û heya niha aqûbeta wî ne diyar e.

Li gorî Torê sedema rast a revandine Subhî El Hisên ew e ku çeteyan mala wî jê xwestine, lê ji ber wî ev yek red kiriye hatiye revandin-

Dagirkeriya Tirk li Cindirêsê mêtingeheke nû ava dike

Li aliyê din jî dagirkeriya Tirk dest bi avakirina mêtingeheke nû li navçeya Cindirêsê kiriye.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku mêtingeh bi piştgiriya Komeleya Hecer El Sedeqa ya Tirkî Exwanî û Komeleyeke Filistîn ve tê avakirin.

Piştî bidawîkirina mêtingehê dê malbatên filistînî bê bicihkirin

Torê da zanîn piştî bidawîkirina avakirina mêtingehê dê bi sedan malbatên Filistînî lê bicih bikin.

Çeteyan yek ji wan zarok e, du keç li Efrînê revandin

Back to top button