Bilindbûna nirxê dolar jiyan zehmet kiriye

Buhabûna Nirxê dolar li hemberî lireya Sûrî bandorek mezin li bazarên li herêmê kiriye.
Şêniyên Kobanê eşkere kir ku eger rewşa wiha bidome wê bazar bê girtin.

Ev heyama mehekê ye nirxê dolarê emerîkî li hember pereyên sûrî geleh buha bûye.

Her dolarek emerîkî nêzîka 13 hezarên lireyên Sûrî dike.

Li herêmên bakur û rojhilatî sûriyê jî bilidbûna dolar bandor li bazarê kiriye.

Ev çend rojin li kobanê dukanên kirîn û firotanê ji rojê tenê 2 heya 3 seat dukanên xwe vedikin.

Kel û pelên ku îroj bi 1000 LS dikirin piştî çend seat dibe 2000 LS.

Şêniyên kobanê rewşa bihabûna dolar xerab dinirxînin.

Yek ji deverên herî zêde ku li bazara kobanê tê naskirin kolana tilele, ku niha şênî li vê derê li ser tiliyan tên hijmartin.

Şêniyên Kobanê diyar kirin ku eger rewşa dolar wiha dewam bike wê bazar bi tevahî bisekine.

Rewşa jiyanê jî her diçe xerab dibe.

Pirsa xwe dûbare dike ew e ku wê dolar hîn çiqas bilind bibe.

Back to top button