Şandeyek Rêveberiya Xweser li Almanyayê ye

Şandeyek ji rêveberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropa hevdîtinên xwe didomîne.
Di çarçoveya hevdîtinên xwe de, şandey bi berdevkê Partiya Demokrat a Azad (FDP) Ulrich Lechte re li avahiya parlamentoya Almanyayê civiya.
Lechte got, Ew amade ne, tevahî şêweyên piştgirî û alîkariyên guncaw ji bo herêmê bikin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, hevseroka Partiya Yekitiya Suryanî ya Sûriyî Nezîre Gewriye, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Almanyayê Xalid Derwêş pêk tê.

Şande vê carê bi parlamenter û berdevkê Partiya Demokrat a Azad (FDP) Ulrich Lechte re li avahiya parlamentoya ‎Almanyayê civiya.‎

Di civînê de şandeya Rêveberiya Xweser behsa rewşa dawî ên li herêmê kir û got:

“Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di encamê de ji derveyî tevliheviya ewlehî û bêaramiyê, zirarên madî û canî yên mezin çêdibin. Di êrişên plankirî yên Cotmehê de binesazî û cihên stratejîk û xizmetguzarî hatin armanckirin. Bi wê re bi milyonan welatî ji xizmetguzariyan mehrûm bûn.”

Rêveberiyê diyar kir ku ev êriş binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî û mirovî ye. Ji ber ku gefê li jiyana bi milyonan welatiyan dixwin.

Şandeya Rêveberiya Xwesr bi berdevkê partiya FDP ya Alman re civiya

Şandeya rêveberiyê anî ziman ku ya yekemîn sûdê ji van êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werdigirin, çeteyên DAIŞ’ê ye.

Şandeyê daxwaz kir ku hêzên navneteweyî bi erkên xwe rabin û bi awayekî lez derbarê çareserkirian dosyaya girtî û malbatên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev bigerin.

Her wiha ji bo şopandina sûcên dewleta Tirk a qirker li herêmê dike jî , hate xwestin şandeyek lêkolînê ya navnetewî were şandin.

Derbarê krîza Sûriyê jî şandeyê got pêdivî bi dewamkirina hewldanên navneteweyî yên ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê heye.

“Pêdivî bi hewldanên lezgîn ên çareseriya siyasî li Sûriyê heye”

Parlamenter û berdevkê FDP’ê Ulrich Lechte got pêşdeçûnên li Sûriyê ji nêz ve dişopînin û bawer in ku pêdivî bi hewldanên lezgîn ên çareseriya siyasî li Sûriyê heye.

Û divê ev yek jî li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar bin, da ku berjewendiyên hemû beşên Sûriyê bên misogerkirin.

Lechte bal kişand ser pêwîstiya parastina ewlehî û îstîqrara li herêmên Rêveberiya Xweser û ev tişt anî ziman:

Ew amade ne tevahî şêweyên piştgirî û alîkariyên guncaw ji bo başkirina rewşên mirovî û aborî yên wan herêman bidin.

Back to top button