Îran di nav de 7 welatan mafê dengdana li NY ji dest dan

Tehranê ji ber zêdeyî 16 milyon dolar deynê xwe nedaye, mafê dengdayînê di Komeleya Giştî ya NY`yê ji dest da. Her wiha Lîbya û Başûrê Sûdanê di nav de, gelek dewletên Afrîkayê hema tedbîr li dijî wan hatiye girtin.

Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres doh diyar kir ku ji ber Îranê heta niha deyna xwe ya zêdetirî 16 milyon dolarî nedaye mafê dengdayînê li NY`yê de ji dest daye.

Di Çileya borî de tevî Îranê 7 dewlet ji ber deynan ji mafê dengdayînê ji dest da.

Guterres ragihand ku tevî Îran û Lîbya 7 dewletan ji ber ku deynên xwe nedane mafê dengdayînê li Komeleya Giştî ya NY`yê ji dest daye.

Her wiha navên dewletên din ên ku hema tedbîr li dijî wan hatiye girtin di nameya xwe ya ji bo komeleyê de wiha rêzkirin:

Îran, Nîjer, Lîbya, Komara Afrîka Navîn, Komara Kongo, Başûrê Sûdanê û Zimbabwe.

Back to top button