Îran..Li parzûngeek petrolê ya li Tehranê ji şevê din ve dişewite

Piştî binavbûna keştiya Îranê, ji şevê din ve li parzûngehek ya Îranê şewat derketiye.

Şewata li parzûngehek li başûrê paytext Tehranê hîna nehatiye kontrolkirin.

Şevê din li yek ji depoyên Parzûngeha Tundguyan a li başûrê paytexta Îranê Tehranê teqîn çêbû û şewat derket.

Îro di saetên sibehê de agir berfireh bû.

Dûmana agir li seranserî Tehranê belav bûye.

Herwiha welatî ditirsin ku benzîn li Tehranê kêm bibe.

Ji ber ku piraniya benzîna Tehranê li vê parzûngehê tê hilberîn.

Wezirê Nefta Îranê Bêjen Namdar Zengine ji ajansa fermî ya Îranê re got:

“Ji ber şewata sûtemeniya giran nava parzûngehê, dûman asman girtiye.

Lê nayê wê wateyê ku bûyerek girîng rû dabe.”

Beşê Peywendiyan a Parzûngehê ragihand ku ji bo vemirandinê divê li bendê were sekinîn heta ku hemû depoyên parzûngehê vala dibin.

Wezirê Nefta Îranê Bêjen Namdar Zengine eşkere kir ku wê îro li parzûngehê dîsan hilberîna neftê destpê bike.

Sedema şewatê nehatiye eşkere kirin.

Duh ji keştiyek şer a Îranê di Kendava Oman de şewitî û bin av bibû.

Îranê careke din sedemê vê yekê Îsraîl tewambar kiribû.

Back to top button