Kobanê-Di werza havînî de dupişk zêde belavbûne

Li Kobanê û gundewarên wê dupişk û mar ji ber pileya germê ya zêde belav bûne.
Tenê 2 di nava mehan de dupişkan zêdetirî 100 kesî vedaye.

Ev hijmar her diçe zêde dibe vedana dupişkan taybet zarokan re giran e.

Hemşireyê Nexweşxaneya Kobanê Refîq Yûsif diyar kir ku pêwîste yekser kesê ku dupişkê pê vedayî rakin nexweşxanê.

Ne tenê li gundan hijmar li bajêr jî geleke.

Welatiya bi navê Berçem Mihemed jî ku dupişkê bi zarokê wê vedaye diyar kir ku ji ber hijmara dupişkan ya zêde tirsa me heye.

Berçem Mihemed bang li Şaredariyê kir ku divê derman bê belav kirin.

Her wiha li gel belavbûna dupişkan, mar jî bi rengekî zêde belav bûne.

Heya niha 6 kesan maran bi wan vedane.

Back to top button