Hêzên hikumeta Şamê li Helebê bacê li welatiyan ferz dikin

Dorpêça li ser Şehbayê ne bes bû, îcar hêzên Hikûmetê kesên ku di bendên kontrolê yên wan re derbas dibin ji wan re dibêjin: “Tu Kurd an Ereb bî, tu neçarî pere bidî, ger tu nedî, tiştên te kirîne vegerîne.

Li ser rêya di navbera Şehba û Helebê de, 6 bendên kontrolê yên girêdayî hêzên Hikûmeta Şamê hene.

Şêniyên li Şehbayê yên ku bi wan re kaxiza derbasbûna di bendên kontrolê re hene, berê xwe didin Helebê da ku pêdiviyên ji ber dorpêçê li Şehbayê peyda nabin, bikirin.

Şênî tenê ji bo ku wan pêdiviyên xwe derbas bikin, neçar dimînin ku 20 hezar L.S bac bidin.

Li gorî ANHA’ê welatiyek ji Şehbayê ku nexwest navê xwe bide diyar kirin M.H ji bo ku betariyekê ji erebeya xwe re bîne çû Helebê û ji bo derbaskirina wê, 20 hezar dan bendê kontrolê yê Firqeya 4’an.

Heleb-Şehba-Ji bo bendên kontrolê derbs bikî tu neçarî pere bidî

Welatî M.H da zanîn ku bendên kontrolê yên hikûmeta Şamê li ser tiştên şexsî û kel û pelan jî bacan ferz dikin û nahêlin tişt bi mîqdarên mezin derbas bibin.

M.H got: hêzên li bendên kontrolê ji me re dibêjin, “Ereb bî, Kurd bî, divê tu pere bidî, ger tu nedî jî tiştên te kirîne, vegerîne.

Back to top button