Li Şengalê cejna Çarşema Serê Nîsanê tê pîrozkirin

Li Şengalê Cejna Çarşema Serê Nîsanê tê pîrozkirin, malbatan serdana gorên şehîdan kirn, mum vêxistin û gotin; “Bi saya şehîdan em îro cejnên xwe bi xweşî pîroz dikin. Divê her kes xwedî li keda şehîdan derbikeve”.

Bi hatina biharê re civaka Êzidî yek ji cejnên xwe yên herî mezin Çarşema Serê Salê pîroz dike.

Di baweriya Êzidayetiyê de meha Nîsanê weke bûka salê tê pênasekirin ev meh li gel civaka Êzidî pir pîroz e ji ber di vê baweriya kevnar de tê gotin ku di vê mehê de cîhan kemiliye .

Di vê cejnê de civaka Êzîdî hêkan dikelîne û wan rengorengo dike.

Ew hêk jî temsîla ji nû ve avakirina gerdûnê ne.

Di çarçoveya pîrozkirina cejnê de xelkê Şengalê serdana goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan kirin.

Li ser gorên şehîdan mum hatin pêxistin û malbatan şehîdên xwe bi bîr anîn.

Jina bi navê Caklîn Şengalî dibêje:

Her kes dizane eger ne bi keda van şehîdan ba, meyê nekarîba van rojan bi dilxweşî pîroz bikin.

Divê hemû Êzidî li keda şehîdan xwedî derkevin û vegerin ser axa xwe.

Back to top button