YRK’ê nasnameya 2 Gerîlayên li Pencwînê şehîd bûn, eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YRK nasnameya du gerîlayên ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li herêma Pencwînê de şehîd bûne eşkere kir.

Li aliyê din Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê YRK nasnameya du gerîlayên xwe eşkere kir.

YRK ragihand ku hevreyê wan Şîlan û Zagros di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li herêma Pencwînê de şehîd bûne û ev agahî parve kir:

Di çarçoveya êrîşên qirkeriyê ên Dewleta Tirk de 28’ê Tîrmehê firokeyên bêmirov li bejahiya Çuwarta ya girêdayî Pencwîn a Silêmaniyê maşineyek hevalên me bombebaran kir.

Di encama vê êrîşê de hevrê Şîlan Zagros û Zagros Zirêbar şehîd, du hevalên me jî birîndar bûn. ”

HPG diyar kir her du hevalên şehîd di pêvajoya beşdarbûna xwe ya gerîla de bi biryardariyeke mezin û fedekariyeke mezin tev li bûn

Di serî ji malbatên şehîdan re HPG’ê sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:

Nav û Paşnav: Hediya Gerdene
Nasnav: Şîlan Zagros
Cih û Dîroka beşdarbûnê: 2022 / Bane
Cih û Dîroka Şehadetê: 2023 / Çuwarta

Nav û Paşnav: Amanç (Rekeft) Şerîfî
Nasnav: Zagros Zirêbar
Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 2022 / Pencwîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 2023 / Çuwarta

Back to top button