Fermndarê Koalîsyonê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bersiva daye çavkaniya moşekê.
Fermndarê Koalîsyonê Matthew MacFarlane êrişa li dijî hêzên xwe şermezar kir û got ku “ev êrişên serserî, gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî dixe metirsiyê”
MacFarlane eşkere kir ku “ev êriş hewldanên dûrxistina koalîsyênê ji erkê wê ye, lê belê wê tim bi erka xwe pabend bin”
Di heman çarçoveyê de, çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî dronek ku texmînkirin a hêzên girêdayî Îranê be, li Konîko aniye xwarê.