Rêbaz Cuma: Rewakirina êrişê cihê nerazîbûnê ye

Cîgirê berpirsê Malbenda 1 ya YNK’ê Rêbaz Cuma diyar kir ku rewakirina sûcên dijmin ji aliyê PDK’ê ve cihê nerazîbûnê ye. 

Rêbaz êrişa Silêmaniyê şermezar kir û got: ”Ev ne êrişa yekê ye ku li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tê û ne yekem binpêkirina sînorane jî.

Tişta balkêş ew e ku hêzek Kurdistanê êrişa ser balafirxaneya Silêmaniyê rewa bike. Neyar û dijminên Kurdan yekin.

Hêzên Kurd yên ku karên dijmin rewa dikin jî, wê di dema pêş de bizanin ka wana çiqasî zerer daye gelê Kurd.

Rêbaz Cuma anî ziman ku peywendiya PDK’ê ya bi Tirkiyê re ne peywendiyek nû ye, lê rewakirina êrişê cihê nerazîbûnê ye.

Back to top button