Blinken bang li Aliyev kir ku li gorî şertên agirbestê tev bigerin

Di şerê Azerbeycan yê li dijî Ermenîstanê pêk tê de, ji Amerîka helwestên piştevaniya Êrîvanê derdikevin.
Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Pelosi di serdana Ermenîstanê de piştevaniya xwe bo Êrîvanê diyar kir.
Piştî berteka tund ya Azerbeycanê, vê carê Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken bi serkomarê Azerî re axivî û banga pêkanîna agirbestê kir.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi doh serdana Ermenîstanê kir.

Di dema serdanê de Pelosi bertekên tund li dijî êrişa Azerbeycanê nîşan da.

Pelosi Azerbaycanê ji şerê der-sînor ên ku hefteya borî qewimîn sûcdar kir ku wê wekî “neqanûnî” binav kir.

Piştî daxuyaniyên Pelosi, ji Wezareta Karê Derve ya Azerbaycanê daxuyaniyeke tund a ne asayî hat.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Serdana Pelosi aştiya Kafkasyayê xiste metirsiyê.”

“Ev sûcdariyên li ser Azerbaycanê ku tu delîlên wan tune ne û neheq in, nayên qebûlkirin.

Ev derbeyeke ji bo xebatên normalîzekirinê yên di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de.”

Piştî van bûyeran Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev peywendiyek telefonî pêk anî.

Blinken hişyarî da Bakûyê ku “agirbestê bişopîne, leşkeran vekişîne û hemû nakokiyên di navbera her du welatan de bi danûstandinên aştiyane çareser bike”.

Di şerê navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bêtirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herdu aliyan hevdu bi destpêkirina şer sûcdar kirin.

Pelosi ku bi şandeya Meclisa Nûneran a Amerîkayê re “serdaneke bêplan” bo Ermenîstanê pêk aniyî, diyar kir ku ev serdan xwedî girîngiyeke taybet e.

Pelosi li paytext Erîvanê axivî û got,

“Em şer bi tundî şermezar dikin.

Şer ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye destpêkirin û divê wisa bê qebûlkirin.

Em guh dide pêdiviyên parastinê yên Ermenîstanê.”

Ji ber helwesta Rûsya bo Ermenîstanê, hikumeta Êrîvan nerazî bû.

Serokê Parlamentoya Ermenîstanê Alen Simonyan di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona dewletê de got,

“Helbet em qet ne razî ne.

Hêviyên me nehatin cîbicîkirin.”

Simonyan hevbendiya bi pêşengiya Rûsiya şiband “çekeke ku guleyan nateqîne.”

Ermenistan û Azerbaycanê di pevçûnên hefteya borî de wendahiyên xwe yên herî giran ji şerê Qerebaxê yê sala 2020an vir ve xwar.

Şer 15’ê Îlonê bi bangên Amerîkayê bi dawî bûbû.

Back to top button