Soran Umer: Pêşwazîkirina Herîrî li dijî Rojavayê Kurdistanê xiyanet e

Parlementerê berê yê Iraqê Soran Umer derbarê çûyîna serçete Herîrî a li Hewlêrê de diyar kir ku pêşwazîkirina wî li dijî Rojavayê Kurdistên xiyanete.

Parlamenterê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Soran Umer derbarê pêşwazîkirina serçete El Herîrî li Hewlêrê ji aliyê Barzaniyan û ENKS’ê de peyamak li ser hesabê xwe yê medya civakî weşand û nerazîbûn nîşanî pêşwazîkirina serçete Herîrî.

Soran Umer dipeyama xwe de got;

“Li ser navê hikumet û parlamentoyê, pêşwazî li terorîstê Beesî yê xwînrijê Kurdan dikin. Ji aliyê Mesud Barzanî ve, bi navê hikumet û parlamentoyê pêşwazî li Nesir Herîrî ku destê wî di qetilkirina bi dehan çalakvan û siyasetvanên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê de heye, kirin. Ev yek hemberî Kurdên Rojava xiyanete. Dixwazin hewldanên fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî ya ji bo jiyana hevbeş vala derbixin.”

Soran Umer got; “Herîrî berpirsê sucên li Efrîn û Serêkaniyê yên dijî gelê Kurd û gelên din hatî kirine. Ev kes di destûra Suriyê de, dijî hebûna zimanê Kurdiye.”

Back to top button