Li Başûrê Kurdistanê 22 binpêkirin li dijî 62 rojnamavanan pêk hat

Sendîkaya Rojnamevaniyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji serê salê ve 22 binpêkirin li dijî 62 rojnamavanan pêk hatine.

Lijneya Parastinê ya Rojmamevanan a Sendîkaya Rojnamevanan ya Başûrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê rapora binpêkirinên li hemberî Rojnamavanan yên di nava 6 mehên sala 2022’an de pêkhatine, weşand.

Rapor ji aliyê sekreterê Lijneya Parastinê ya Sendîkaya Rojnamevanan Dr. Newzad Hesen ve hate xwendin.

Di raporê de wiha hate gotin: “Ji serê salê ve gelek caran kel û pelên rojnamevanan hatin şikandin, dîmen û fotoyên wan hatin jêbirin.

Bi giştî 22 binpêkirin hemberî 62 rojnamevan pêk hat.”

Li gorî raporê, hate diyarkirin ku herî zêde binpêkirina hemberî rojnamevanan li bajarê Hewlêrê pêkhatiye.

Back to top button