Kongra Star: Piştgiriya Vîyan Dexîl a bi Erdogan re bê rûmetî ye

Kongra Star derbarê gotinên parlementera PDK’ê Vîyan Dexîl a ku ser navê civaka Êzidî diaxive û piştgiriya wê ya bi Erdogan re daxuyniyek da.

Daxuyanî li pêş Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li Qamişlo hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an li ser Şengalê hatin bibîrxistin û hat gotin: “Ji bo gelên heremê, civaka Êzidî û mirovatî neyê qetilkirin, cîhan ber bi serdemeke nû ya tarî ve neçe, PKK’ê li ser Şengal, Başûr û Sûriye hemleyekî dîrokî kir.

Li Kobanê û Şengalê serkeftineke dîrokî bi navê mirovatiyê li dijî DAIŞ’ê pêk hat.

PKK’ê ji bo rizgarkirina jinên êzidî hebûn û tunebûna xwe danî holê.

Îro bi nêzikatiyên erzan ku tên kirin, em wekî tevgereke jin a Kurd nikarin qebûl bikin.”

Kongra Star diyar kir ku ew axaftinên Viyan Dexîl ên cihê mixabiniyê ne, bi tundî şermezar dikin û got: “Ger jinek xwedî rûmet be, ew piştgiriya dijminê mirovahiyê Erdogan nake.”

Back to top button